Bingehê Laliş wê rêwresmên îmzakirina berhemên dû nivêskaran gêre
Tora Laliş ya mediyayî:
Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokî dû berhemên dî weşandin û dê rêwresmên îmzakirinê bigêre.
Ji berhem û weşanên nû yên Bingehê Laliş, berhemê nivêskar “Hecî Qasim Xizr” li jêr nav û nîşanên ( Celîlê celîl …rolê wî yê rewşenbîrî û keda wî di biyavê Kurdolocîyê de) û berhemê nivêskar “Dawd Murad Xetarî” ku bergeke ji sê beşan pêkhatiye sebaret vekolînên Europiya liser Êzdiyan.
Herwesa biryare li demeke nêz de Bingehê Laliş bi hemahengî digel Zaningeha Duhok/Kulîja Zanstên Mirovayetî rê û rêwresmên îmzakirina berhemên diyarkirî bigêre.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî