شبكة لالش الاعلامية

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

BasNews– Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebdulxaliq Telet ragihand, ligel pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin.

Ebdulxaliq Telet ji Kurdistan24ê re eşkere kir, ew valahiya ewlehiyê ku di navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê de heye, metirsîdar e û bûye sedema serîhildana grûp û êrîşên terorîstî.

Herwiha diyar kir: “Li wan deveran DAIŞ êrîşên terorîstî encam dide, hevahengiyeke kêm di navbera Pêşmerge û artêşê de heye, loma em hewl didin yek ji karên hikûmeta nû, aktîvkirina du lîwayên hevbeş û dayîna budce û mûçeyên wan be, da ku li wan navçeyên valahiya ewlehiyê heye, dest bi kar bikin.”

Beriya niha jî Fermandarê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ragihandibû, hewldanên wan ên pêkanîna du lîwayên hevbeş berdewam in, ku armanca vê yekê ji bo rûbirûbûna DAIŞê bihêzkirina hevahengiyê ye.

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo nehiştina wê valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pêkanîna wan du lîwayan gelek pêwîst e.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkdana her rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federal tê bikaranîn

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî amade ye

Lalish Duhok

Li Sûriyê ji ber erdhejê 11 hezar malbat niha bêwar in

Lalish Duhok