شبكة لالش الاعلامية

Viyan Sebrî: Serok Barzanî navên wezîrên PDKê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar dike

Viyan Sebrî: Serok Barzanî navên wezîrên PDKê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar dike

BasNews – Seroka fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Viyan Sebrî ragehand, heta naha ti demek ji bo kombûna encûmena nûnerên Iraqê ya ji bo dengê baweriyê dayîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê nehatiye diyar kirin û diyar kir, navên wezîrên PDKê jî di kabîneya nû de Serok Barzanî diyar dike.

Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî ji K24ê re ragehand, pêwîste 72 demjimêr berî rûniştina Parlamentoya Iraqê karnameya hikûmeta nû û zanyarî derbarê berbijêran de bigehe destê parlamenteran, bo gotûbêj kirina berî civîna dengdanê.

Derbarê dabeş kirina peywirên wezaretan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de di navbera PDKê û YNKê de jî Viyan Sebrî diyar kir, dabeş kirina peywiran li gor xalbendî û berkevtina helbijartina dibe ango rêjeya helbijartina wan partiyan çend be berkevteya wan jî dê li gor wê be û ji ber wergirtina peywira serokomarê Iraqê ya ji aliyê YNKê ve piraniya peywirên wezaretî yên pişka kurdan ber PDKê dikeve.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê di 10 salan de 490 jin hatin kuştin

Lalish Duhok

Yasayên barê şarstanî û mafê jina Êzidî tê behs kirin

Lalish Duhok

Barzanî hişyarî da: Dibe şerekî xwînbar çê bibe

Lalish Duhok