شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî bi fermî bo Îtalyayê hat vexwendin

Mesrûr Barzanî bi fermî bo Îtalyayê hat vexwendin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni civiya û ji aliyê Meloni ve bi fermî bo Îtalyayê hat vexwendin.

Îro Înê 23ê Berfanbara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmeke taybet de li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni kir.

Piştre di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gotûbêj kirin.

Serokwezîra Îtalyayê kêfxweşiya xwe bi serdana Hewlêrê nîşan da û amaje bi dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê kir û rewşa pêkvejiya aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda û bi taybetî rola Herêma Kurdistanê di parastina Xirîstiyanan de bilind nirxand. Herwiha daxwaza welatê xwe ji bo hevkarîkirinaHerêma Kurdistanê di hemû waran de dubare kir.

Giorgia Meloni herwiha bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdsitanê Mesrûr Barzanî bo Îtalyayê vexwend.

Serokwezîra Îtalyayê di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de diyar kir: “Îtalya dê li cem Herêma Kurdistanê bimîne û em ê karên konsulxaneya me ya li Herêma Kurdistanê mezintir û berfirehtir bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku hatina Serokwezîra Îtalyayê dilgermî û piştevaniyeke bihêz e ji bo xelkê Kurdistanê û hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên navbera herdu aliyan di hemû waran de pêş bikevin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Angelina Jolie û Nadya Mûrad serdana Şingalê kirin

Lalish Duhok

Flîp Xoslan” ji Balyozxana Ferensa li Iraqê‌ seredana bingehê‌ laliş kir û digel berêz”Şêx Şamo” civya”

Lalish Duhok

Bingehê‌ laliş daxwazê‌ ji xelkê‌ deşta neynewa diketin harîkarîyê‌ digel hêzên pêşmergey bikin

Lalish Duhok