شبكة لالش الاعلامية

Parîs- Kesekî êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir

Parîs- Kesekî êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir

BasNews– Li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes birîndar bûne, rewşa 4 kes jî birîndar bûne.

Îro Înê li Parîsê dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat û li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes birîndar bûne, rewşa 2 birîndaran giran e.

Herwiha Ajansa fermî ya Fransayê AFPê jî ragihand ku di êrîşê de 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gorî polîsê Parîsê piştî erîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, zilamekî ku tê texmînkirin temenê wî 69 salî ye, ji aliyê polîsan ve tevî çeka xwe hatiye desteserkirin û daxwaz ji welatiyan tê kirin ku xwe ji cihê bûyerê dûr bixin.

Niştecihê taxê Emmanuel Boujenan got ku êrîşkar di kuaforê de hatiye girtin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: Hikumeta Îrakê tinê soz u dilovaniyê didin Êzidyan lê bi piraktîk u li ser Erdê tiştek ji bo Êzidyan nakin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş zarokên awareyên Sûrî ji xelatan bê behir nake

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pêşwazî li Vekolerekê Kurd li Zankoya Colemêrgê kir

Lalish Duhok