شبكة لالش الاعلامية

Rêkxirawa Yunisko û Bingehê Laliş wê keltûrê Êzidiyan bi parêzn

Rêkxirawa Yunisko û Bingehê Laliş wê keltûrê Êzidiyan bi parêzn

Tora Laliş/Dihok

Îro roja Şembûyê 21/1/2023, şandekê rêkxirawa Yunisko li Îraqê,seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî li Dihokê kir.

Şandê rêkxirawa Yunisko bi serokatya Ehmed Cuneîd Siruşî Welî” rêveberê beşê” rewşenbîrî li Îraqê û diktora “Anî Tabp” seredana  Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî li Dihokê kirin û ji layê “Se’îd Cirdo” Serokê Bingehê Laliş û endamên desteya bilind ve hatine pêşwazîkirin.

Se’îd Xudêda, Cêgirê Serokê Bingehê Laliş diyarkir; armanc ji vê seredanê rêkxistina xoleka rahênanê bû li dor çawanya parastina keltorê deverên Êzidiyan, piştî rêkeftin li ser çawanya vekirina xolê di navbera Bingehê Laliş û rêkxirawê da were kirin li bere li van nêzîkan ev xole bête vekirin,herwesa nêzîkî 20k esan li seranserî deverên Êzidiyan wê pişkdar bin û mamostayên şareza ji layê rêkxirawê ve bo bi rêvebirina evê xolê dê êne dabînkirin.

Cêgirê Serokê Bingehê Laliş diyarkir jî ku ev xole bo mawê 10 rojan wê vekêş,paşî pişkdarên xolê wê bawernamên derçûnê ji layê rêkxirawê ve wergirin

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş dê cejna sersala êzdyan sax kit

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş dîdarek bo bi cînosayd nasandina komkujya Êzdiyan gêra

Lalish Duhok

Merasîma îmzekirina pirtûka (Briefêxan û Ain Sifni bi Kurtî) nivîskarê Karim Suleiman li Bingehê Laliş Şêxan

Lalish Duhok