شبكة لالش الاعلامية

Serokomarê Iraqê tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike

Serokomarê Iraqê tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û daxistina dosyeya awareyan dike.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, di civînekê de ligel Cîgirê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Xulam Mihemed Îshaq, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd dubar kiriye ku ew çaverêya karên zêdetir ji rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî dikin.

Serokomarê Iraqê tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina birge û maddeyên nav rêkeftina Şingalê û bilezkirin avakirina xaniyên guncaw ji bo awareyan û vegerandina wan bo cih û warên wan û daxistina dosyeya awareyan kiriye.

Herwiha diyar kiriye ku yekalîkirina dosyeya awareyan û başkirina rewşa wan a jiyanê, li pêşîneya karên wan e û destnîşan kiriye ku vegerandina awareyan bo navçeyên wan, pêwîstiya wê bi hewla cidî û bilez a hemû aliyan heye, ji ber ku ew navçe karesatbar in û ji hemû xizmetguzariyan bêpar mane.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka serbazgeha Geyare bo kontrolkirina Mûsilê amade dike

Lalish Duhok

Rêveberiya Xweser li ser kuştina keça 20 salî doz vekir

Lalish Duhok

Mistefa Kazimî dê beşdarî Lûtkeya Siûdiyê bibe

Lalish Duhok