شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Ti çek wek zanistê bi bandor nîne

Nêçîrvan Barzanî: Ti çek wek zanistê bi bandor nîne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xelatkirina akademîsyenê Kurd Dr. Feryad Fazil de axivî û got “Zanyar, dahêner, mirovên jêhatî nirxeke girîng a neteweya Kurd û welatê me ne. Îro em di serdemeke wisa de dijîn ku tu çek bi qasî zanist û zanînê ji bo zindîbûn, parastin û hêza me bi bandor nîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê beşdarî merasîma xelatkirina Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya li Berlînê Dr. Feryad Fazil Omer bû.

Barzanî li vê derê axavtinek kir û di axaftina xwe de got ku akademîsyen Dr. Feryad Fazil Omer yek ji wan navên girîng e ku di pêşketina ziman, wêje û dîroka kurdî de bûye alîkar.

Nêçîrvan Barzanî got “Zanyar, dahêner, kesên jêhatî nirxeke girîng a neteweya Kurd û welatê me ne. ûmetdarkirina her hilberinên xebat û şiyanên her akademisyen, zanyar, dahênerê Kurd, rûmetdarkirina nasname û dîroka gelê me ye. Di her warî de li ku derê dibin bila bibin, hemû hewldanên mirovên dilsoz û yên tên hezkirin dilsozî ye.”

Barzan diyar kir ku Dr. Feryad Fazil Omer yek ji wan navên bi rûmet e ku bi dilsozî xizmeta welat û neteweya xwe kiriye û dibêje “Zêdetirî nîv sedsalê ye ku bi helbest û axaftin, projeyên zanistî, lêkolînên akademîk, werger û berhemên xwe xizmeta parastina dîrok, ziman û çanda gelê me dike.”

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku kurd di demên borî de bi rêya dîroknasên rojhilatnas û kurdologên biyanî bi gelên cîhanê hatine naskirin û ragihand “

Derbarê nasname û dîroka me de bi îhtimaleke herî baş bi weneyê şervanekî leheng, netemam û kêmasî bi cîhanê dane naskirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir û got “Girîng e ku em bi wêje, raman û çanda xwe îmaja kurdî ya berê di mejiyê cîhanê de rast bikin. Divê cîhan felsefe û ramana kurdan nas bike û bixwîne. Erka sereke ya zanyar, akademîsyen û rewşenbîrên şareza yên gelê me li welat û li derve jî ev e.”

Barzanî dibêje “Îro em di serdemeke wisa de dijîn ku tu çek bi qasî zanist û zanînê ji bo zindîbûn, parastin û hêza me bi bandor nîne.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo serkeftyê yekê li ser astê parstgeha Dihokê xelat di ke

Lalish Duhok

“Bingehê‌ laliş rjde li ser dana kotayê‌ bo êzdyan li perlemantuyê Kurdistanê”

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo John Major: Gelê Kurdistanê hevsozî û dostaniya we jibîr nake

Lalish Duhok