شبكة لالش الاعلامية

Li Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê dest pê dike

Li Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê dest pê dike

BasNews – Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyê ragihand ku ji sibê pê de li Diyarbekir barana ku demeke dirêj e dihat çaverêkirin dê bibare û li tevahiya Bakurê Kurdistanê pêleke berf û baranê dest pê dike.

Di zivistana îsal de li Diyarbekirê kêm baran barî û hişkesaliyê bandoreke neyînî li qada çandinî û ajalvaniyê kir ku Diyarbekirî demeke dirêj e çaverêyî baranê ne.

Agahiya ku Diyarbekirî û tevahiya Bakurê Kurdistanê li bende bûn ji aliyê Saziya Keş û Hewayê ve hat ragihandin.

Tê pêşbînîkirin ji sibê roja şemiyê pê de li Diyarbekirê baran dest pê bike û li tevahiya Bakurê Kurdistanê jî pêleke berf û baranê bibandor be.

Li gorî saziya keş û hewayê sibê li Diyarbekirê baran heye û pileya germê jî herî zêde 4 û herî kêm jî 2 pile ye. Tê pêşbînîkirin ku heta hefteyekê baran bandora xwe bidomîne.

Her wiha sibê li bajarên wek Mêrdîn, Êlih, Riha, Sêrt û Dîlokê jî pêşbiniya barîna baranê tê kirin. Li bajarên wek Şirnex, Colemêrg, Bedlîs, Wan, Erzirom û Qersê sibê pê de pêşbîniya befirê tê kirin.

Hişyarî bo ajokaran jî tê kirin ku li gorî şert û mercên hewayê tevbigerin û bergiriyên xwe bistînin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş piştgerya helweîstê wekîlê mîrî û civata rohanya Êzidîyan di ke sebaret dirêj kirina wîlayeta serok Barzanî

Lalish Duhok

Ji bo henardekirina berhemên çandiniya Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Iraqê re civînek pêkhat

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî şandeke Şêx û Serokên Hozên Navçeya Firata Navîn kir

Lalish Duhok