شبكة لالش الاعلامية

Êzdî nameyekî daxwazan pêşkêşî welatên cîhanê dikin

Êzdî nameyekî daxwazan pêşkêşî welatên cîhanê dikin

Çavkanî :Basnews

Qaymeqamê qeza Şingalê diyar kir, nameyekî daxwazên xelkê Şingalê hate bilindkirin ji hemû konsol û balyozên welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê re, di nameyê de êzdiyên Şingalê daxwaz kirine ku PKK Şingalê vala bike û dest bi avadaniya Şingalê bê kirin.

Îro 26.10.2016ê qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand; Xelkê Şingalê daxwazkirine ku rêya Beacê bê kontrol kirin ku terorîsten DAIŞê keç, jin û zarokên ku revandine ber bi Sûriyê û bajarê Reqayê ve nebin û Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê û hêzên hevpeymana navnetewî ku bikarin revandiyên êzdî rizgar bikin. Herwaha got; Heta naha gelek gund û deverên deşta Mûsilê hatine rizgar kirin û hîn jî tu revandiyekî êzdî nehatiye rizgarkirin.

Mehma Xelîl got: ‘’Xelkê Şingalê daxwaz kiriye bi awayekî bihêztir kar li ser dosyaya jenosîdê bê kirin û hemû dewlet piştevaniyê li naskirina jenosîdê bikin, gorên komî yên li deverên rizgarkirî bên parastin û vekirin û ji bo vê yekê jî ew bibin dokumenter û dest bi avadankirina Şingalê bê kirin, ji ber piştî rizgarkirina Mûsilê eger PKK astengiyê ava neke, wê xelkê Şingalê vegere ser malên xwe.’’

Mehma Xelîl diyar kir, daxwaziya herî mezin a êzdiyên Şingalê ew e ku dayîk û xwîşkên me bên rizgarkirine. Heta naha bêhtir ji sê hezar kesan zêdetir mane destên rêxistina terorîst a DAIŞê de.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmeta Kurdistanê: Her tv, radyo û rojnameya ku radîkaltiyê belav bike, tê girtin

Lalish Duhok

Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Lalish Duhok

PKKê 250 keç û kurên êzdî birine Qendîlê

Lalish Duhok