Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 3162 kesan
Hewlêr (Rûdaw) – Di erdhejên navend Meraş e û bi mezinahiya 7,7 û 7,6an çêbûn de hejmara kesên li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê mirin derket 3 hezar û 162yan, ya birîndaran jî derket 5 hezar û 235an.
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ku ji ber erdhejên 7.7 û 7.6 ku navenda wan navçeyên Mereş Bazarcik û Elbîstanê bûn, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşte 3 hezar û 162 kesan. Herwiha 5 hezar û 235 kes jî birîndar bûn.
Amarên taybet yên Cindrêsê gihştine ber dest me û heta niha li wî bajarokî 756 kesan canê xwe ji dest dane û 257 avahî û xanî herfîne û ziyan gihiştiye hezar û 100 xaniyan. Duh 60 kes ji bin kavilan hatin derxistin, lê bi tenê 5 ji wan sax bû yên din hemû miribûn.
Li gorî nûçeya SANAyê ya hikûmeta Esed, di erdhejê de li parêzgehên Heleb, Lazqiye, Hema û Tartûsê yên di kontrola hikûmeta wî welatî de hezar û 262 kes mirin, 2 hezar û 285 kes jî birîndar bûn.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê ji aliyê xwe ve ragihand ku li Efrîn û navçeyên opozyonê heta niha zêdeyî 1900 kes mirine û zêdeyî 2 hezar û 950 birîndar, 418 avahî bi temamî herfîne û ziyan gihştiye 1300 avahiyên din.
Saziyên civakî yên sivîl ji bo herêmên li bakurê Sûriyeyê bang dikin ku bila bi lez û bez alîkarî bên kirin.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî