Bingehê Laliş tayê Xankê 70kesên çalakên helbjartinan xelatkirin
Tora Laliş:
Bi helkefta serkeftina Partî Dîmukratî Kurdistan li helbjartnên 10î oktuberê, Bingehê Laliş tayê Xankê rabû bi xelatkirina 70 heval û layengrên partî yên karkrîn berî helbjartina û roja helbjartina û xelk handayn bo çûna ser sindoqên dengdanê. Bi amadebûna berprsê Lijna Nawça Duban Fêsel ‘rfat û jimareka kargêr û kadrên partî û di peyvekê da Anter Kelo berprsê bingehî serkeftina partî li serok Barzanî û hemû xelkê Kurdistanê pîrozkir.
Paşî peyvek ji layê berprsê Lijna Nawça Duban hate pêşkêşkirin û dest xoşê li bingehê laliş kir.
li dawyê xelat liser amadebûyan hatine belavkirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
