Li Mereşê erdhejêke nû çê bû
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi pileya 5.3 rîxter çêbû.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro 18ê Sibata 2023ê demjimêr 22:31 erdhejek bi hêza 5.3 pileyê rîxterê çêbû, ku navenda wê navçeya Goksun a Mereşê bû.
Erdhej di kûrahiya 5.4 kîlometreyan de çêbû.
Derbarê zirarê wê erdhejê de hêj ti agahî nehatine belavkirin.
Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.
Erdhejê li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê yên Tirkiyê wêraniyek mezin çê kir.
Di encama erdhejê de wêraniyek mezin li herêmê çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, herwiha bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.
Piştî erdhejê nêzîkî 5 hezar û 700 erdhejên paşekî çêbûn.
Li gor amarên herî nû yên AFADê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 40 hezar û 642 di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî