شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan, dê her welatê hemû pêkhateyan bimîne

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan, dê her welatê hemû pêkhateyan bimîne

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto peyamek belav kir û ragihand, hemû pêkhateyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê niştimanê hemûyan bimîne.
Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye diyarkirin: “Sersala nû ya Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto li xwişk û birayên kildanî, asûrî û suryanî yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û li hemû cîhanê bi germî pîroz dikim. Ji wan re serkeftin û cejn û bênvedanek şad û aram dixwazim.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan dike: “Di vê helkeftê de em tekîdê li ser parastina wekheviyê, mafê mirovî, azadiyan û pêşvebirina çanda pêkvejiyan, hevduqebûlkirin û toleransê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê da dikin, herwisa, em xwişk û birayên kirîstiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê niştimanê hemûyan bimîne.”
Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Cejna Ekîto li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xweşî be.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo Sopasî ya Dr. Xensê kir ..

Lalish Duhok

Serok Barzanî kesekî Êzdî berbijêr dike ji bo peywirên wezîrên Iraqê  

Lalish Duhok

Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin

Lalish Duhok