شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Rûyê herî geş ê Herêma Kurdistanê pêkvejiyana aştiyane ye

Mesrûr Barzanî: Rûyê herî geş ê Herêma Kurdistanê pêkvejiyana aştiyane ye

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê bi boneya Cejna Ekîto û sersala olî ya gelê Kildan – Aşûrî li Kurdistan û Iraqê belav kir.
Îro 01.04.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamekî pîrozbahiyê belav kir û ragehand: ‘’Bi boneya Cejna Ekîto û sersala Babîl Aşûrî pîrozbahiyekî germ li gelê Kildan – Aşûrî yê li Kurdistan û Iraqê dikim û hêvîdarim sala nû bibe sala aştî û aramî û jiyaneke xweş û dawî hatina hemû nexwaşiyan be.
Di beşeke din a peyama xwe de Serokê Hikûmetê ragehand: ‘’Yek ji rû ango sîmayên herî geş ê Herêma Kurdistanê, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û netewên cuda de ye. Hêvîdarim ev pirrengî û yekbûna heye, zêdetir pêşbikeve û em hemû bi hev re kar ji bo zêdetir pêşxistina Kurdistanê bikin.
Serokwezîr Barzanî got: Cejna Ekîto pîroz be û hêvîdarim her sal bi xweşî û şadî ve em vê cejnê pîroz bikin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên Êzidî li 95 gundên Rojavayê Kurdistanê niştecî ne

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî yên Efrînê tên neçarkirin ku ola xwe biguherin

Lalish Duhok