شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên di şoreş û avedankirina Kurdistanê de bilind dinirxînîm

Nêçîrvan Barzanî: Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên di şoreş û avedankirina Kurdistanê de bilind dinirxînîm

BasNews– Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran de peyamek belav kir û beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşan de û rola wan ya berbiçav û keda wan a di prosesa binyatdanan û avedankirina Kurdistanê de bilind nirxand.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, bi germî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên karkeran pîroz dikim. Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê da û rola wan ya berbiçav û keda wan ya di prosesa binyatdanan û avadankirina Kurdistanê da bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Bi vê minasibetê, tevî nîşandana hemû piştevaniyê ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran, tekezî li ser pêwîstiya hebûna qanûnek modern ya kar ji bo parastina mafên karkeran û dabînkirina bingehek selamet, jîngehek minasib û bi dirustî rêkxistina demjimêrên kar û wekhevî di derfetên kar da dikin. Divê zêdetir girîngî bi jiyan û jiyara karkeran û malbatên wan bê dan û sendîka û rêxistinên karkeran ji bo mafên wan bi çalaktir bixebitin.

Em silav û rêzên xwe ji bo kesûkar û malbatên karkerên di dema kar da jiyana xwe ji dest dane dişînin û erkê aliyên peywendîdar e ku bi her awayî alîkarî û sexbêriya wan bikin.

Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be û bêhnvedanek aram û bextewer ji bo karkeran dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.05.2022

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hawar Hawara Mîr Celadet Alî Bedirxan Ji Kezebê Bû

Lalish Duhok

Daxwaza girtina parlamentera êzîdî ya HDPê jî tê kirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Lalish Duhok