شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê dronekê otomobîlek kir armanc

Li Şingalê dronekê otomobîlek kir armanc

(Rûdaw) Firokeyeke bê firokevan li Şingalê otomobîlek kir armanc û li gor agahiyan berpirsekî YBŞê ku rêveberekî Asayîşa Êzîdxanê ye, hatiye kuştin.

Li gor agahiyan, îro Çarşemê di demjimêr 12:00 de li navenda qezaya Şingalê êrîşeke bi dron pêk hatiye û otomobîlek hatiye armanckirin.

Medyaya nêzîkî PKKê ragihandiye, êrîş ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye kirin û di êrîşê de “otomobîlek Asayîşa Êzîdxanê” hatiye hedefgirtin.

Dije Terora Kurdistanê jî ragihandiye, droneke Tirkiyê otomobîla berpirsekî emnî yê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kiriye armanc.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, berpirsekî YBŞê û pasevanê wî di êrîşê de hatine kuştin.

Asayişa Êzîdxanê daxuyanî da

Li aliyekî din, têkildarî êrîşa îro Asayîşa Êzîdxanê daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye, êrîş di 11:30 de li navenda Şingalê û li dijî wesayîteke Asayîşa Êzîdxanê bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û berpirsekî wan ê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo Qasim hatiye kuştin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” çendîn kar li komelgeha Şêxka hatne encamdan

Lalish Duhok

Macron: Bi hezaran Êzidî nikarin vegerin Şingalê

Lalish Duhok

Bingehê laliş tayê şarya duyemîn yada karesata Şingalê bi azad kirina kotrên sipî sax di ke

Lalish Duhok