شبكة لالش الاعلامية

Deriyekî sînor ê nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de vedibe

Deriyekî sînor ê nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de vedibe

BasNews – Vê heftiyê deriyê sînor ê nû yê navnetewî yê Zêt di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bi fermî tê vekirin. Piştî salek karkirina berdewam a li ser projeya çêkirina rêya serekî ya deriyê navnetewî yê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de ew derî vedibe.

Îro 08.05.2023yê serpereştê îdareya serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb ragehand: ‘’Di merasîmekî fermî de û bi amadebûna berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiyê ve, vê heftiyê dê bi fermî deriyê sînor ê navnetewî yê Zêt dê ji geştyaran re bê vekirin û di qonaxa duyem de jî kar ji bo wê yekê tê kirin ku bi rêya wî deriyî ve tevgera bazirganî jî li wî derî bê kirin.’’

Herwaha bi armanca gotûbêj kirina rewşa ewlehiya navçeyê roja 07.05.2023yê Serfermandarê Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ferîq Rukin Îsa Uzêr, li gel şandeyekî û çend berpirsên leşkerî ve serdana deriyê sînor kirin û ji aliyê qaymeqamê qeza Mêrgesor ve yekem car Al a Kurdistanê li wî deriyê sînor hat bilind kirin.

Deriyê Zêt ê navnetewî dikeve sînorê nahyeya Şêrwan Mezin a li qeza Mêrgesor a ser bi îdareya serbixwe ya Soran û dibe yek ji deriyên nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Şandek ji welatê Îtalyayê seredana perstigeha Laliş kir

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê: Emê bi Hêzên Pêşmerge re dest bi operasyona Hewîceyê bikin

Lalish Duhok