November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Çavdêrekî siyasî: Mesrûr Barzanî ji xelkê Kerkûkê re îspat kir bê pişt nîn in û berevaniyê dê li wan bike

Çavdêrekî siyasî: Mesrûr Barzanî ji xelkê Kerkûkê re îspat kir bê pişt nîn in û berevaniyê dê li wan bike

BasNews – Siyasetmedar û endamê parlamentoya Kurdistanê yê berê Dr. Nasîh Xefur ragehand, serkeftina kurdan li Kerkûk û Mûsilê cîhê serbilindiyê ye û got: ‘’Xelkê Kerkûkê bi vê serkeftina mezin keyfxweş e, ji ber wê aheng pêkanîn, lê hêzên ewlehiyê wek bertek hejmarek zêde ya hemwelatiyên Kerkûkê girtin.’’

Dr Nasîh Xefûr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî girtina ciwanên bajarê Kerkûkê ya ji aliyê saziyên ewlehiyê ve, mixabin aliyekî şikestxwar ji bo berjewendiya xwe dixwast kurdên bajar bixe metirsiyê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî wê ketober girtinê helwêstê xwe nîşan da û bi peyvendiya li gel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve karî wan ciwanan hemûyan azad bike.’’

Herwaha got: ‘’PDK bê ku binkeyên xwe veke, xelkê bajarê Kerkûkê piştevaniya wê kir. ji ber xelkê Kerkûkê baş dizane PDK xwedî giraniye li bajar û eger PDK nav Kerkûkê de pêgeha wê nebe dê xelkê bajarê Kerkûkê rastî metirsiyê bê. Lê PDK wek çawa berê berevanî li bajarê Kerkûkê kir, parlamenterên wê jî li Bexda rijdbûn li ser mafên xelkê bajarê Kerkûkê dê heman awayî ji naha û pêde jî wisa be.’’

Berpirsê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî jî di peyamekî de ragehandibû, çend kesek nav YNKê ji ber wê şikesta xwe û çend kursiyek ji dest dane, bi çek gule li ser artêş û girseya gel a aheng pêktanî re rêîşandin. Ev yek jî bû sedem ku Heşdî Şeibî, artêşa Iraqê û polîs bi neheqî li gel çend ciwanekî dilsoz li wan bidin û piştre jî artêş û polîsê federal hejmarek ciwanên bê tewan girtin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi