شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê piroje tên vekirin

Li Şingalê ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê piroje tên vekirin

Şingal (Rûdaw) – Li bajarê Şingalê hin pirojeyên biçûk ji bo rizgarbûyên ji destê DAIŞê hatine vekirin û rêxistinek serperştiya wan pirojeyan dike û kesên rizgarbûyî  han dide ku kar bikin û dahatê ji malbatên xwe re dabîn bikin.

Rizgarbûyeke ji destê DAIŞê dibêje, ev core piroje tevî ku dibe alîkar ku ew bikarin malbatên xwe xwedî bikin, herwiha ji aliyê derûnî ve jî wan aram dike û nexweşiyên derbasbûyî ji bîr bikin.

Projeyên hatine vekirin piraniya dikanên dirûtina cilûbergan e.

Rizgarbûya ji destê DAIŞê, Cazya Yûsif dibêje: “Ji aliyê nefsî û madî ve fêde gihiştiye me û me divê bêtir alikariya me bikin.”

Xefşê Sebrî jî yek ji wan kesên rizgarbûyî ji destê DAIŞê ye, ew jî dibêje: “Ez û malbata xwe hemû ji destê DAIŞê hatine û piştî vê rexrawê proje bo me vekirin baş bû.”

Ew rêxistina proje ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê vedike û ji du milyon dînarê Iraqî heta nî car milyona alikariyê dide.

Rêvebira Rexistina Êzidxanê, Şukran Resam da xuyakirin: “Em hewil dedin projeyan ji bo rizgarbûya vekin yên rewşa wan nexweş in.”

Vekirina van projeyan rêyeke here giring e, di pêvajoya ji bo rizgarbûyên ji destê DAIŞê de.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şarazayekî ewlehiyê yê Iraqê: Divê sînorek bo PKKê bê danîn

Lalish Duhok

Sê sal berî naha Şingal bi fermandariya Serok Barzanî ji dest DAIŞê hat rizgar kirin!

Lalish Duhok

13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dabeşkirin

Lalish Duhok