شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Ziyanmendê sereke yê peymana Lozanê gelê Kurdistanê bûye

Serok Barzanî: Ziyanmendê sereke yê peymana Lozanê gelê Kurdistanê bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li ser birêveçûna Konfersna 100 Saliya Peymana Lozanê peyamek belav kir û tê dibêje: “Bandor û karvedanên peymana Lozan li ser çarenivîsa gelê Kurdistanê nayê hejmarkirin û tijiye li karesat û bêbeşbûn û îhmalkirin û înkariyê. Ziyanmendê serekiyê vê peymanê jî gelê Kurdistanê bû.”

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konfersna 100 Saliya Peymana Lozanê tê sazkirin û di konferansên de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar in.

Gotara Serok Mesûd Barzanî li yekem roja konferasnsê ji aliyê Şîfa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî hate xwendin.

Serok Barzanî dibêje: “Cihê xweşhaliyeke mezin e li vê gengeşeya dûr û dirêj û sedsaliya li navbera hikûmetên navçeyê û gelê Kurdistanê de dirust bûye, bi ti awayekî giriftan rengê nakokiya neteweyî negirtiye. Girifta serekiya gelê Kurdistanê di siyaseta şaş û serkutkarî û dîktatoriyetê de bûye.

Barzanî herwiha dibêje: “Ziyanmendê serekiyê vê peymanê jî gelê Kurdistanê bû. Ji ber ku mafên wê yên bingehîn nehat berçavgirtin.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji ber Cejna Cemayê hefteyek bo karmendên êzîdî bêhnvedan e

Lalish Duhok

Sekreterê NATO: Pêwîste hemû endamên NATO bi yek helwêstê tevbigerin

Lalish Duhok

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok