شبكة لالش الاعلامية

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Şewitandina Qurana pîroz gefê li pêkvejiyan û aştiyê dixwe

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Şewitandina Qurana pîroz gefê li pêkvejiyan û aştiyê dixwe

BasNews- Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyera şewitandina Qurana pîroz de ku ji aliyê kesekî Iraqî ve li Swêdê hat şewitandin, daxuyaniyek belav kir û ew bûyer şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Şewitandina Quranê bi tevahî karekî nerewa ye, dibe sedema mezinbûna kîn û nefretê û dibe gef li ser pêkvejiyan û aştiyê.”

Di beşke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Divê rêz li bawerî, hest û pîroziyên hemû ol û mezheban bê girtin û destûr neyê dayîn ku tu kes ji azadiyê sûd werbigire û bêrêziyê li pîroziya olekê bike.”

Roja Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

Ev bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin.

Duh Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di du peyamên cuda de bûyera şewitandina Quranê şermezar kiribûn.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotibû: “Kiryara nerewa ya şewitandina Qurana pîroz nakeve çarçoveya azadiya derbirînê û tu hincet jê re nîne.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî diyar kiribû, “Ev birîndarkirina hest û soza hemû Misilmanên cîhanê ye û em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Kiryarên wiha li dijî ruhê yekîtî û pêkvejiyanê ne û xizmeta gotara tarîtiyê û belavkirina kîn û nefretê dikin û divê her kes pêşî lê bigre.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de ku li ser Twitterê belav kiribû, gotibû: “Ez şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikim. Ez daxwaz dikim ku li her derê rêz ji hemû pirtûkên pîroz re bê girtin û rê li têkdana pêkvejiyanê bê girtin.”

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di sala 2021an de rewşa weşanxaneyên Kurdî çawa bû?

Lalish Duhok

bi xune bê ka wê nave te di nav de hebe

Lalish Duhok

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê dîsa dest pê bike

Lalish Duhok