شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî li gel fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Kurdistanê civiya

Serok Barzanî li gel fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Kurdistanê civiya

BasNews – Îro 08.07.2023yê li Selahedîn Serok Mesûr Barzanî li gel fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Kurdistanê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kir û spasiya rol û westandina endamên fraksiyona PDKê kir û destxweşî li wan kir, ku di vê dema Parlamentoya Kurdistanê de karên xwe bi başî gehandine cîh û pêbendî erkê xwe bûne. Herwaha daxwaz kir berdewamiya rola xwe ya di warên cuda cuda bikin û xizmeta Kurdistan û PDKê bikin.
Serok Barzanî diyar kir, PDK hêviya serekî ya xelkê Kurdistanê ye û pêwîste PDK parêzerê berjwendiya xelkê Kurdistanê, çand û exlaqê bilind ê civaka Kurdistanê be.
Di berdewamiya axaftina xwe de Serok Barzanî, derbarê rewşa siyasî ya Kurdistan û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê û girêdayî wan mijaran berçavronî û şîretên pêwîst kir û rênmayî dan beşdarvanan.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Tendirustiyê: 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Di teqîna li Bexdayê de herî kêm 30 kes hatin kuştin

Lalish Duhok

Êrişa terorîstî li ser Rûdawê

Lalish Duhok