شبكة لالش الاعلامية

Di teqîna li Bexdayê de herî kêm 30 kes hatin kuştin

Di teqîna li Bexdayê de herî kêm 30 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) Di encama teqîna êvara Duşemê ya li navçeya Sedir a Bexda ya paytexta Iraqê de, herî kêm 30 kesan canê xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.

Êvara Duşemê 19ê Tîrmeha 2021ê teqînek li nav bazareke gelêrî ya navçeya Sedir a Bexdayê çêbû.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihandiye, teqîn bi rêya bombeke çandî bûye.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên ewlehî û tendirustî yên Iraqê ve, di teqînê de 30 kes hatine kuştin û 60 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên Iraqî ragihandine, lêgerîn li cihê teqînê berdewam e û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Yehya Resûl, Berdevkê Serbazî yê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye, piştî teqînê Mistefa Kazimî biryara desteserkirina berpirsê ewlekariyê yê navçeyê û encamdana lêkolînê daye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha biryar daye, her fermandar û berpirsekî ewlehiyê li navçeya Sedir û Bexdyaê ku xemsarî di erkê xwe de kiribe, lêpirsîn pê re bê kirin û radestî dadgehê bê kirin.

Li aliyekî din, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesaba xwe ya Twitterê teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê şermezar kir û diyar kir, beriya cejnê welatiyên sivîl bûne armanca êrişeke qirêj.

Salih bi gotina “Naxwazin ku miletê Iraqê bo demekê jî ewlekarî û bexteweriyê tam bikin”, got ku ew narawestin heya ku teror ji kokê ve ji holê tê rakirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Bila em hemû rûpeleke nû vekin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş li Şêxan lîstika tavê (Yariya Tawilê) bi dawî kir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî diçe Abu Dabiyê

Lalish Duhok