شبكة لالش الاعلامية

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li îdareya Soran alîkariya darayî dide sedan zarokên sêwî

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li îdareya Soran alîkariya darayî dide sedan zarokên sêwî

 


BasNews – Berpirsê Ofîsa Soran ê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî dibêje, li gor çend rênmayiyan, li sînorê îdareya Soran alîkariya darayî û pêdivî pêşkeşî xwandevanên sêwî yên bê bav û heta naha navê zêdetir ji 500 zarokan hatiye tomar kirin.
Berpirsê Ofîsa Soran ê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Nêçîrvan Ebdulwahîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di berdewamiya projeya azîzan de hin merc û rênmayiyên nû diyar kiriye, ji bo tomar kirina zarokên bê bav ango sêwî, bi taybet ewên ku xwandevan in. Bi armanca dayîna alîkariya darayî ya mehane û dayîna pêdiviyan e.’’
Herwaha got: ‘’Rênmayiyên ji bo tomarkirina sûdmendan di vê projeyê de, waha ne: ‘’Divê temenê zarok bin 10 salî de be. Wefatnameya bavê xwe bîne, piştgiriya dibistanê hebe, rewşa debara wan xirab be û ji bo wan jî tîmeke taybet hatiye diyar kirin û li sînorê îdareya serbixwe ya Soran nav tên tomar kirin. Naha nêzîkî zêdetirî 500 zarokan hatine tomar kirin û nav tomar kirin jî berdewam dike.’’
Navborî got: ‘’Piştî tomar kirina navê wan zarokan û guncawiya wan a li gel rênmayiyan, mehane dê alîkariya darayî ji aliyê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ve dê bê dayîn. Derveyî wê jî di dema bone û ahengan de hewkarî û pêwîstiyên din dê ji wan zarokan re bê dayîn.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ku berê xwe daye Almanyayê ji sedî 290 zêde bûye

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Cejna Ekîto pîroz diket

Lalish Duhok

Li Hewlêrê di konferansekî de keçên êzdî û jinên 7 welatan gotûbêj li ser rizgarbûna ji milmilaneyên çekdarî dikin

Lalish Duhok