شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê serdana navçeyên geştyariyê yên Soranê kirin

Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê serdana navçeyên geştyariyê yên Soranê kirin

 Îro Pêncşemê bi serdaneke ku nehatibû ragihandin, Serokwezîrê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kir û çû navçeyên geştyariyê yên Îdareya Serbixwe ya Soranê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, îro 13ê Tîrmeha 2023an, Serok Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê kiriye ku ligel çend rayedarên kabîneya xwe serdana Herêma Kurdistanê kiriye û piştrejî serdana çend navçeyên geştyariyê yên li Îdareya Serbixwe ya Soranê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Geştûguzariya Soranê Barzan Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, îro piştî nîvro Serok Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên serdana navçeyên geştyariyê yên Îdareya Serbixwe ya Soranê kir.

Derbarê armanca serdanê de, Barzan Mihemed ragihand, ev serdan serdaneke nefermî bû û bi armanca dîtina navçeyên geştyariyê û sirûşta ciwan a navçeyê hatine Herêma Kurdistanê û serdana devera Soranê kirine.

Ev di demekê de ye ku hejmareke mezin ji geştyarên naverast û başûrê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dikin û ji ber bilindbûna pileyên germahiyê li navçeyên cuda yên Iraqê, demên xwe yên bêhnvedanê li navçeyên daristan û geştyariyê yên hênik ên Herêma Kurdistanê derbas dikin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Destûra Iraqê bihata bicihkirin gelek pirsgirêk dernediketin

Lalish Duhok

Berpirsê PDKê li Şingal: Em rê nadin PKKê hêza xwe li Şingalê zêdebike

Lalish Duhok

Keçeke Êzidî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

Lalish Duhok