شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Macaristanê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Macaristanê kir

Hewlêr (24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 28ê Cotmeha 2021ê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Macaristanê (Hungary) yê li Herêma Kurdistanê Attila Toth kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û hêviya serkeftin û piştgîriya xwe ya ji bo birêz, herwiha ji bo piştgîrîkirina li Herêma Kurdistan û Iraqê ya li çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê da û ji bo hevkariya mirovî ku pêşkêşî koçber û penaberan kirine spas û pêzanînên xwe ji bo Macaristanê derbirî û xwesta Herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşxistina peywendiyan dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Macaristanê xweşhaliya xwe ya bi destbikarbûnê nîşan da û tekez li wê yekê kir ku welatê wan pêgir e bi pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aboriyê de, ji bo vê mebestê jî li pey derfetên zêdetir ên alîkarî û hevbeşiyê de digerin.

Hilbijartinên Iraqê, pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasî û damezrandina Hikûmeta Iraqê û şerê dijî terorê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî bi boneya 49 saliya bombebarankirina Silêmaniyê peyamek belav kir

Lalish Duhok

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

Lalish Duhok

Êzidiyan li Şingalê cejna Çilê Havînê pîroz kirin

Lalish Duhok