شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê qaymeqamê Şingalê were diyarkirin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê qaymeqamê Şingalê were diyarkirin

Washington (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku divê di dema herî nêzik de qaymeqamê Şingalê were diyarkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, doh, di civîna xwe ya rojane ya rojnamevaniyê de bersiva pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde da.

Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê di navbera Hikûmeta Hêrema Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de 9ê Çiriya Pêşîn a 2020an “Rêkeftina Şingalê” hatibû îmzekirin
“Cîbicînekirina Rêkeftina Şingalê nayê qebûlkirin”
Matthew Miller anî zimên ku Rêkeftina Şingalê gaveke erênî ye û “Cîbicînekirina vê rêkeftinê nayê qebûlkirin.”

Berdevkê Amerîkayî herwiha da zanîn ku cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê ji bo serweriya Iraqê û yekparçebûna xaka wê gelekî girîng e.
Matthew Miller amajê pê kir ku di mijara dabînkirina dadê de bi rêveberiya Iraqê re dixebitin û got,“Amerîka bibiryar e ku piştgiriyê bide civaka Êzidî û hemû civakên din ên li Iraqê yên ku DAIŞê xisar daye wan.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û got, “Divê di dema herî nêzik de qaymeqamê Şingalê were diyarkirin.”

Matthew Miller herwiha îfade kir ku divê pêvojaya diyarkirina qaymeqamê Şingalê bi civaka Êzidî re were birêvebirin.

Li aliyê din, Matthew Miller amaje pê kir ku rayedarên Îranê tim fişarê dixine ser rojnamegaran û ew doza 2 rojnamegerên jin ên ku Îranê 4 sal cezayê girtigehê dabû wan jî dişopînin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş salvegera bîrewerîyên Komkujîyên Gir’zêr û Sîba Şêxidrê û gundê Koço  bi çendîn çalakiyan saxkir

Lalish Duhok

Parlamenterê Ewropî: Serxwebûn mafê Kurdan e

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Take rêya derbaskirina pirsgirêkan yekrêzî ye

Lalish Duhok