شبكة لالش الاعلامية

Amarên xelkê Şingalê berî û piştî Cênosaîdê

Amarên xelkê Şingalê berî û piştî Jenosaîdê

 Beriya ku DAIŞ êrişî Şingalê bike li wê derê 550 hezar Kurdên Êzidî hebûn.  

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, piştî êrişa DAIŞê nêzîkî 120 hezar Kurdên Êzidî çûne derveyî welêt.

Herwiha Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ragihand ku 135 hezar Kurdên Êzidî li kampan dijîn.

Li gorî amarên ku di destê Rûdawê ketine heta niha li Şingalê 83 “gorên bikom” û gelek “gorên yekkesî” yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.

3ê Tebaxa 2014an 3548 jin, 2869 mêr bi tevahî 6417 Kurên Êzidî hatin revandin.

Ji wê rojê ve 1208 jin, 339 mêr û 2023 zarok bi tevahî 3570 kes hatine rizgarkirin.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, di şerê DAIŞê de nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî canê xwe ji dest daye.

Rûdaw

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş Sinûnî piştgiriya dibistanên Zurafa dike

Lalish Duhok

sazeya Dak wê salvegera xwe bi çendîn çalakyên cora û cor sax bike

Lalish Duhok

peşengeheke taybet bi wênên (Koça milîonî )li kempa Çem Mişko hat li dar xstin

Lalish Duhok