شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş li yada Enfala Behdînanda:Qonaxa heştê destpêkir li (11) deruka hêrş kirin û enfalê destpêkir.

Peyama Bingehê Laliş di yada salvegera pirosa Enfala Behdînan da

Tora Laliş ya mediyay

Li salvegera pirosa Enfala Behdînan, Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî peyamek belavkir, eve jî deqê peyamê ye:

Enfalên Behdînan li 25î tebaxa 1988ê mezntrîn karesate di dîroka devera me da ji zincîra tawanên Rijêma Behsa gorbegur ve dijî xelkê Kurdistanê û bizava azadîxwaza gelê kurd hatîye kirin.

Berya 35sala li roja 25tebaxa1988 Enfala Behdînan destpêkir qonaxa heştê ew jî pştî heft qonaxên dijwar û gran û bi çekê qedexekrî dijî xelkê sivîl li nawçên azad û serbest bikarînayî û hemû çekê gran û hêza xwe ya şikestî li şerê Îranê înane ser Kurdstanê qonax bo qonaxê heta gehştn navçeya Behdînan û qonaxa heştê destpêkir li (11) deruka hêrş kirin li destpêkê Kêmya û dermanê Xerdelê havêtn nav çiya û dolên xelkê sivîl lê hey û fetwe dan û enfalê destpêkir.
Ji encamê berhngarîkirina Rijêmên Şufînst dujminên gelê me hemû rêk û şêwazên qirkirinê û ji navbrnê bikar anîn, Kîmya baran û Enfal gupîtka hovatîyê bûyne bi merema bêdengkirina dengê azad û rzgarîyê, û ev siyaseta hovane ya araste kirî bû dijî mirov û siruştê kurdistanê, sereray vê hovatîyê gelê Kurdistanê bê omêd nebû, beruvajî rojdtir û pitr xuragr bûye bi drêje dana xebata xwe ta serhldan û azadiya îro ya Herêma Kurdistanê.
Ev tawane ya dûr bo ji hemû pirensîb û bihayên exlaqî û mirovayetî û dirêje pêdera tawanên dî yên rjêma jinavçûya behs bû li dijî xelkê Kurdistanê û encam derên wê jî gehştne sozayê xwe .

Serberzî bo giyanê cangorî û qurbanyên Enfala Behdînan û tevaya cangoryên rêya rizgarîxwaza Kurdistanê û ser karwanê wan Barzanyê nemr.
Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê çandî û covakî\Duhok
25î tebaxa2023

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hisên Qaîdî: Heta niha 2 hezar û 593 kes ji destê Daişê hatîne rizgarkirin

Lalish Duhok

Li Şingalê 31 gorên komî hatine dîtin

Lalish Duhok

Şêx Şamo u Hakim Nemir bi xelkê Komelgeha Xanikê re civiyan

Lalish Duhok