BI bejdarbuna Bingehê Laliş rêwresmên destpêkirina şeşemîn fistevala Duhok ya rewşenbîrî hat gêran
Tora Laliş/Duhok
Îro 24ê eîlula 2023ê li Hola Konfransan ya Zanningeha Duhok bi çavdêrya berêz”Dr. Alî Teter” Parêzgarê Duhokê û bi amadebûna berêzan “Macid Seyd Salh” Parêzgarê Duhokê bi wekalet û “Sebah Beytula”Cêgrê berpirsê Mekteba Rêkxstina Parêzgeha Duhokê û Serokê Civata Parêzgehê û berpirsê Liqa yek ya Partî û berêz “Seîd Cirdo “Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi yawerya şandekî û hijmareka rewşenbîr û helbestvan û honermend û nivîserên herçar parçên Kurdistanê,şeşemîn Fistevala Duhok ya rewşenbîrî ji layê êkerya nivîserên kurd-tayê Duhok,destpêkir.
Di peyvekêda berêz parêzgarê dihokê bi wekalet bxêrhatina hemû mêvanan kir û got cihê xoşhalyê ye îro pêkve ji herçar parçên kurdistanê em komvebuyn û evê Fistevalê girngya xwe li cem cenabê Serok Barzanî heye bi taybet komvebun û têkelbuna texên honer û çand û keltorên cuda lewarn hikumeta herêma kurdistanê û îdara parêzgehê jî berdewam palştyê diket û destxoşî li rêkxerên Fistevalê kir.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî