شبكة لالش الاعلامية

Li jêr druşmê(Darekê biçîn û bajarekî kesk bike) heweka çandina daran li Baedrê hate encamdan

Li jêr druşmê(Darekê biçîn û bajarekî kesk bike) heweka çandina daran li Baedrê hate encamdan

Tora Laliş ya mediyayî:

Li jêr druşmê(Darekê biçîn û bajarekî kesk bike),li 3î çirya duwê 2023ê, bi amadebûna rêzdar “Seîd Cirdo” Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û “Karwan Baedrî” Endamê Desteya Bilind û jimareyeka ji dam û dezgehên mîrî, gropê Gencên Xwebexşên Baedrê heweka çandina daran destpêkir.

Serokê Desteya Bilind a Bingehê Laliş di peyvekê da destxoşî li gropê Gencên Xwebexşên Baedrê kir jibo encamdana vê hewê û rolê wan bilind nirxand.

Divê hewê da çendîn dar li cadeya hatina jora nahya Baedrê hatine çandin,bi merema parastina jîngehê û ciwankirina sîmayê deverê û zêdekirina rêja keskatyê.

CH

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş damezrêner û xebatkarên wexerkiriyên xizmeta Bingehî kirîn ji bîrnake

Lalish Duhok

Andamên lijna danana reşnvîsa navxweyî yê civata bilinda êzidîyan hatin raqehandin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Rêsan Hesen stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi yada wexera rewşenbîr û nivêskar Rêsan Hesen Cindî li bîrdîne. Em bi xemeka mezin û şanazîyeka mezinve yada wexera xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî li bîrdînin. Xwedê jê razî Rêsan Hesen, stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû û rolekî mezin hebû dinav civaka êzdîyan da, û berhemên ji hejî ji şun xweve hêlan ku xudan behayekî meznin dinav pertûkxaneya kurdîda. Em bi meznî li bîrdînîn û cihê wî behşta berîn be. Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok 30î mijdara 2023

Lalish Duhok