شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Îro roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di wê civînê de, Cîgirên Serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Fazil Mîranî, Hişyar Zêbarî û Mihemed Mehmûd amade bûn.

Êvara îro roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdanekê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve pêşwaziya wî hat kirin.

Serokwezîrê Îraqê bi hevaltiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Diktor Fuad Husên û çend berpirsên din ên Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeke Kurda Amerîkî alîkariya Kurdên Êzidî dike

Lalish Duhok

Rojnamevank wê rastya rewş û rudanên bi serê Êzidîyan hatî bigehîne xelk û welatê Ustralya

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkariyên Japonyayê kir  

Lalish Duhok