شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî li ser çi axivîn?

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî li ser çi axivîn?

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, şeva borî li Hewlêrê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û rûdanên li herêmê” hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî herwiha destnîşan kir, “Piştgiriya Hikûmeta Îraqê girîng e da ku karibe plan û bernameyan xwe bi cih bîne û xizmetê ji berjewendiyên Îraqê re bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê ya Îraqê jî hatiye nirxandin.

Herwiha di vê civînê de behsa mijarên wekî “hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, girîngiya piştgirîdayîna hewlên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê, rûbirûbûna bi pirsgirêkan re, parastina aramî û ewlehiyê” jî hatiye kirin.

Li aliyê din, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Pîrmamê bi Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî civiyabû.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Desteyeka nû bo Bingehê Laliş Tayê Şarya hate helbijartin.

Lalish Duhok

Di teqîna li Bexdayê de herî kêm 30 kes hatin kuştin

Lalish Duhok

Nadiya Murad daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşên ser Şingalê rawestîne

Lalish Duhok