شبكة لالش الاعلامية

Şandekê Bingehê Laliş seredana Yeketiya Afretên Kurdistanê li Hewlêrê diket

Şandekê Bingehê Laliş seredana Yeketiya Afretên Kurdistanê li Hewlêrê diket
Tora Laliş:
Bi merema xurtkirna peywendyan, şandekê desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî seredana êketiya afretên kurdistanê li Hewlêra paytext kir.

Îro êk şembûyê 4î şubata 2024ê, rêzdar ”seîd crdo” serokê desteya blnda bingehê laliş û endamên desteyê seredana êketya afretên kurdistanê li Hewlêra paytext kir û ji layê “Zîba Teha” sikrtêra yeketiya afretên kurdistanê ve hatine pêşwazîkirin û behs li çend teweran kirin.

Di seredanê da çendîn babetên grêdayî bi karê bingehê laliş û xurtkirina peywendyan dinavbera herdû alyan da hatine behskirin.

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Leyla Zana dê ligel Erdogan bicive

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Jenosîda Şingalê hîn bi dawî nebûye

Lalish Duhok