شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Karubarên Pêkhatan û Serokê Bingehê Laliş tekezî li xurtkrna peywendiyan kir

Wezîrê Karubarên Pêkhatan û Serokê Bingehê Laliş tekezî li xurtkrna peywendiyan kir

Tora Laliş:
Şandekê desteya bilinda bingehê laliş,îro yek şembûyê 4î şubata 2024ê,seredana wezareta karubarên pêkhatan li hikumeta herêma kurdistanê kir.

Şandê desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi serokatya rêzdar “Seîd Cirdo” û endamên desteyê bi germî ji layê “Aiydin meruf” wezîrê karubarên pêkhatan li hikumeta herêma kurdistanê hatine pêşwazîkirin.

Di hevdîtin û rûnştinê da wezîrê karubarên pêkhatan û serokê bingehê laliş tekezî li xurtkrna peywendiyan û çendîn babetên grêdayî bi karê bingehê laliş ve gutobêjkirin.

 

CH

   

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Nadya Murad kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 832 kes bi coronayê ketin

Lalish Duhok