شبكة لالش الاعلامية

Li Mala Êzdyan Oldnborg heftiyane waneyên Êzdyatyê bo gencan tên gotin

Li Mala Êzdyan Oldnborg heftiyane waneyên Êzdyatyê bo gencan tên gotin

Tora Laliş:

Li dûv bernamekê darêtî heftiyane wana Êzdyatiyê bo zarok û gencên Êzdî li Mala Êzdyan Oldnborg li welatê Elmanya tên gotin.

Divî warî da Kovan Şêx Elo,endamê Mala Êzdiyan Oldnborg bo(Tora Laliş)diyarkir,weku mala êzdyan bernamek hefatyane danaye ku heftyê carekê wana êzdyatyê bo zarok û gencên êzdî yên li wî bajêrî akncî şirove biken, wane jî jilayê Elyas Yanc berpirsê Mala Êzdyan û nivîskar Tîlîm Tolan ve dêne gotin û pêşkêşkirin.

Got jî merema wan ewe genc û zarokên Êzdî li dervey welatî û bi taybet li Elmanya orf û dab û nerîtên xwe yên olî jibîr neken û rêwresmên hemû cejn û helkeftan bizanbin û her tiştekê grêdayî bi eayînî û êzdyatiyê ve bit bo wan dêne gotin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ل کۆمەلگەها شاریا دێ قەهرەمانییەکا تەپا سەرمێزی ئێتە ئەنجام دان

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Kurdek bû serokê parlamentoya Îsraîlê

Lalish Duhok