شبكة لالش الاعلامية

Agahiyek ji Konê Reş

Agahiyek ji Konê Reş

Werin em Dr. Nûrî Dersimî Bibîr bînin

Sibe (22.08.2013), bi helkeftina ku (40) sal di ser koçkirina lehengê kurd Dr. Nûrî Dersinî re derbas dibe, ez ê li bajarê Qamişlo, di hola Silêman Adî de, panelekê derbarî vî lehengê kurd, yê ku tev jiyana xwe di ber welat û welatiyên xwe de xerckiriye bînim ziman.

Dr. Nûrî Dersimî, yê ku mir û destê wî ji axa Dersimê nebû, xwest ku çengek ji axa wê pêre here gorê.. Mir û ji neyartiya Kemalîstan nehat xwarê, dema ku xwest termê wî di ber konsolxaneya tirkiyê re a li Helebê derbas bibe.. Mir û nexwest dûrî çiyayê Dersimê bê veşartin, xwest ku di goristana Şêx Henan de li ser rêka Efrînê bê veşartin da ku her sibeh bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare..

Mir û ji têkoşîna xwe nehat xwarê, dema wî ev çend malikên xwarê ku ji hinavê wî hatibûn der, û li ser kêla ber serê xwe, berî mirinê nivîsandibû gotiye:

Li ser vê rêka dijwar

Min jî kire pirr hawar

Da ji bo we rojekê

Dinya bibe gulbihar..

 

Konê Reş

Qamişlo, 21.08.2013

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hifzullah Kutum: Gotina ‘Bijî Kurdistan’ ne tawan e

Lalish Duhok

Duhok – Yekemîn dîdara wêjeyî ya jinan birêve diçe

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok