شبكة لالش الاعلامية

Koçberên Şingalê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir li me xwedî derdikeve

Koçberên Şingalê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir li me xwedî derdikeve

BasNews – Koçberên Şingalê dibêjin hikûmeta herêma Kurdistanê gelek li me xwedî derketiye û eger em biçin Şingalê ti kes nîne li me xwedî derkeve û ji ber wê jî em nikarin biçin Şingalê.

Koçberê Şingalê yê li qeza Sêmêlê jiyana dike Şehwan Mîşu ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek li me xwedî derketiye. Eger em biçin Şingalê ti kes li me nanêre, ewlehî tine û em nikarin vegerin hemû xizmet di kampan de hene lê li Şingalê ti tiştek tine.’’

Elyas Sivuk jî yek ji koçberên Şingalê ye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şingal nehatiye avadanî kirin û ewlehî tine. Em nikarin biçin Şingalê ji ber aloziya rewşa Şingalê heta naha hêstiyên qurbaniyên jenosîda Şingalê nehatine rakirin. Hîn bi hezaran xelkê Şingalê winda ne û ti tiştek ji aliyê Bexdayê ve ji bo Şingalê nehatiye kirin.’’

Koçberekî din ê Şingalê Hesen Cindî jî li wargeha Xankê ya qeza Sêmêlê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya xelkê Şingalê nekiriba dê xelk ji birsiyan miriban. Gelek piştevanî û alîkariya koçberên Şingalê hatiye kirin. Heta xelkê herêma Kurdistanê cilûberg û xorakên nav malên xwe de jî bo koçberên Şingalê anîn.’’

Herwaha ragehand: ‘’Em welatiyên herêma Kurdistanê ne em naxwazin bikevin ser Bexdayê û em daxwaz dikin Şingal bi fermî ser bi herêma Kurdistanê be.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li derhênerê sînemayî Newzad Şêxanî kir

Lalish Duhok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta bibe ber bi Dubeyî ve birê ket

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronyê mirin

Lalish Duhok