شبكة لالش الاعلامية

Barzanî : Dilgiranîya xwe hember zêdenekirna Kursiyên perlemantoya Îraqê ji bo Kurdên Êzidî u Feylî .

Barzanî : Dilgiranîya xwe hember zêdenekirna Kursiyên perlemantoya Îraqê ji bo Kurdên Êzidî u Feylî .

Hejar Midîr Dawud – LMN ( Tora medîya ye Laliş )

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dakukî kir li ser yeketîya helwîsta kurdan li peytexta Îraqa Fedral li demê misadiqeya yasaya helbijartinan yên perlemantoya îraqê.

serokê herêma kurdistanê ew jî got: ku di dilgiranin ji sedema zêdenekirna kotaya Kurdên Êzidî u Feylîyan .

di beyamnameyekê da ku ji serokatîya herêma kurdistanê îro derketîye, Barzanî bi nûner u endam u berpirsîyar u wezîrên kurdan yên li Bexdayê re civîya u giftogoya yasaya helbijartinina kirin u got yasa ne li gor hez u vîyana xelkê kurdistanê ye .

disa Mesud Barzanî ji wan re gotîye ku di dilgiran sebaret zêdenekirna kotaya Êzidîyan u Feylîyan li gorî hijmara wan li Îraqê .

tê zanîn li gorî yasayê ku ji dadgeha bilinda fedralîya Îraqê derketîye, divê kurdên Êzidî li perlemantoya Îraqê 5 kursîyên kotayê hebin li gorî hijmara bawermendên Êzidîyatiyê, lê lîsteyên li bexdayê yên mezin wek lîsta hevpeymanîya Niştîmanîya Şî’an li dijî vê yekê sekinîn u rênedan ku zêdebibin u ev yek bûye cihê dil nerehtîya Lîsteya kurdistanê u bi taybetî kurdên Êzidî ku neha hijmara perlemantarên Êzidî 6 endamin dinav lîsta hevpeymanîya Kurdistanê da, lê ji bilî vê yekê di xwest wek yasa bê cêbecêkirn u 5 kursîyên din zêdebibin .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqî Izet Şabender kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me

Lalish Duhok

Amêdî; Li Çiyayê Metîna teqîn

Lalish Duhok