Îro 12.05 e bizane di dîroka Êzidîyan de çi çêbûye .
Berîya 21- salî u di rojeka mîna Îro da bûyereka kêm wêne di nav dîroka kevin u nû ya kurdên Êzidî da hate rûdan ku wek xweneka çendîn salên tarî u zilm u sitema dujmin u nehezên mirovatiyê u bihevra jîyanê dihate tepe serkirin ..
12.05.1993 li bajarê Duhoka Dasiniya hijmareka xemxor u nivîskarên Êzidîyan li piştî azadîya gelê kurdistanê li başûrê welat yekemîn Bingehê rewşenbîrî u civakî taybet ji bo kurdên Êzidî li bin navê ( Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî u Civakî ) damizrandin u heya roja Îro berdewame ..
piştî 20- salên xebat u ked u hinerê sala îsal Hukometa Herêma Kurdistanê avahîyekê 4- qatî u layîqê navê bingehê laliş avakir , bi vê helkeftê pîrozbayên gerim li hemî endam u layengir u hevaldost u desteyên rêveberin kevin yên yek li du yekê dikim ji bo Azadîya welat u parastina Ola Êzidîyatiyê u erkanên dîyanetê u civaka kurdên Êzidî xilmet qebûl u serkeftî bin ..
eva li xwarê kurtîyeke derbarey Bingehê Laliş
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî u civakî
– Cih / Senterê Bajarê Duhok – Kurdistana Başûr-Îrak
– Data/ Rêkxirawa Civaka Sivêl
– Diruşim / Laliş Kaniyeka zelale dihurte rûbarê rewşenbîruya kurdî de
– Demezirandin /12-05-1993
– Endam / 7600 Endamên xwedan bawernama u serdem
– Kargêrî/ Rêveberî :
1- Desteya bilinda bingehê laliş – Duhok
2- Heşt şaxên bingehî hene li deverê Êzidîyan : Şingal, Şêxan, Sinunê, Xanik, Şarîya, Ba’drê, Başîk u Bahzan.
3- Bîst u hevt nivîsgeh hene li deverên Êzidîyan
– Ermanc:
1- Nasandina Êzidîyatiyê
2- Dîyarkirna filiklorê kurdî
3- Komkirna tikstên Edebî u Olî yên Êzidîyan
4- Belafkirna hişyarîya neteweyî çunke (resentirîn kurd Êzidîne)
5- Pute dan bi Gencan u zêde hişyarkirna Afretê ji bo wergirtina mafê wê
– Çendîn bizav u çalakî encamdane :
1-Gêrana (13Î) kongirêt giştî bi şêweyekî dimukratî
2-Çapkirna hijmareka başaji pertokan
3-Derêxistina Govara Laliş ya akadîmî ya werzane
4- Derêxistina(8) govarên şaxên bingehî ku taybetmendîyeka cuda bi xweve girtîye bo her deverekê
5- Derêxistina Rojnama( Dengê Laliş u Rojnama Dîwan Laliş u Şingal Laliş)
6- Amadekirna pirogiramê xwendina Êzidîyatiyê bo xwendingehên kurdistanê ji pola 1-12
7- Çendîn pirogiramê Tilfizyon u Radiyo hene
9- Gêrana (5) Festîvalên rewşenbîrî
10- Bi dehan semînarên Edebî, rewşenbîrî, helbestê,kultorî hatina pêşkêşkirn bo texên cora u corên civakî
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
