شبكة لالش الاعلامية

Rojnameyeka Êzidîyan bê sekinandin tê weşandin

Rojnameyeka Êzidîyan 12sale bê sekinandin di ête weşandin

Êzidîxan nîûs :D uhok Veguhastin /Çinar Şemo Qasim

Rojnameya dengê laliş ya heftyane ye û ji bal desteya bilinda bingehê laliş li duhokê hemû rojên yeşema tê weşandin , ku di be yekemîn rojname di vî maweyê dirêj da berdewamî daye karê xo bê sekinandin û buye jêderekî serekî bo nasandina rê û resm û bîr û bawerêt êzidîyatyê bo xelkê Kurdistanê û cîhanê , hev dem jî vê rojnameyê girngîyeka taybet daye wê karesata bi serê xelkê Şinalê da hatyî. Sernvîserê rojnameya dengê laliş berêz ( Şemo Qasim ) bo malpera êzidîxan nîus di beje : i nava ragehandina kurdî da hindek rojname û govara cihê wan yê xoyaye , taybet di ragehandina kurdên êzidî de , rojnameya dengê laliş jî di sala xwe ya diwazdê da hiner û rolekî giring û berçav heye û em di karn bêjin ye pirovîşnale û li rêza êkê ye di êt ,ji bo belav kirin û gehandina nuçeyan bo nav xelkê me , dîsan gehandina nûçeyan bo nav xelkê me , dîsan gehandina arîşeyên deverên êzidî nişîn. Şemo qasim gotjî dengê laliş her ji destpêka derkeftina xo bi şêwê belavok dengê Êzidîyan gehandîye û xo li arîşên wan kirye xudan , ku êkemîn rojnameye di vî maweîyê dirêj da berdewamî daye karê xo bê sekinandin û û herdem bûye mayê hişyar kirina hestê kurdayetyê di nav civakê êzidî de ji alyekî ve ,herwesa ji alyekî dîve bûye jêderekî serekî bo nasandina rê û resm û bîr û bawerêt Êzidîyatyê bo xelkê Kurdistanê û cîhanê . Sebaret romal kirina karesata Şingalê bi taybetî , sernvîserê rojnameya dengê lalişxweya kir , ku her ji destpêka karesata Şingalê û deverên dî yên Kurdistanî demê keftye di ber şalawa dagîr kirina rêkxrawa tîrorisaya Da’şê li destpêka heyva aba sala 2014 ê heta niho bûye rojnameyeke taybet bi rudanên vê karesatê bi her heşt laperên xo yê zimanê. Kurdî û Arabî ve,buye jêderek bo wergrtina her pêzanînekê li dor vê karesatê , zedebarî wê çendê vê rojnamê gazindeyên awareyên kurdên êzidî î taybet yên Şingalê gehandîne cihên desthelat û şolejê . Her li dor rolê wê di romalkrna karesata Şingalê da , sikrtêrê beşê Arabî yê rojnameya dengê laliş (Yusif Barî ) dîar kir , bi taybet niha rojname grngyeka mezin daye karesata Şingalê li vî beşî hindek babetên girêdayî bi karesatê bin me li hemû jimareyên rojnamê da belav kirîne . Ji bal xwe ve rojname van (Azîz Alşrkanî) derbareyî rolêrojnameya dengê laliş di romalkrina vî barudoxê niho şingal têda derbaz di bît got: rojnama dengê laliş karekî baş kirye li romal kirina vî barudoxê niho Şingal têda derbaz di bit , her çende rojnameyeka heftîyaneyeû tinê heştvlapern , lê karye rolê xo di nav civaka Êzidîyan bi bibînt û her tiştekî bi Êzidîyan ve girêdayî belavkirye her li çi devera Êzidîyan bit . Şrkanî dupat jî kir ku babetên baş û bi mifa di vê rojnamê da hene û li dervey deverên Êzidîyan jî xelkek gelek heye di xune , heta hibe caran min dîtîye kenalên ragehandinê babet jê wergrtîne û buye jêder bo wana. Her wisa nvîser (Cemal Kudî) li dor rolê rojnameya dengê laliş di bêje : her ji destpêka derketina rojnamê li sala 2003 ê ta niha karye xizmeteka baş û berçav bo edeb û rewşenbîrya Êzidîyan biketin ,çi ji alyê belav kirina raw û boçonên nvîskar û çalakvanên Êzidîa , dîsan di van kawdanên niho Êzidî têda dijîn karye xo li gelek babetan bikete xudan , her wisa her buyerek yan guhorynek di nav Êzidîyan da peyda bitin , bi zutrîn dem di rojnamê da di ête beleve kirin . Navbiry amaje da we çendê jî ku rojnameya dengê laliş karye ta radeyeka baş cihê xo di rojnamevanya devera badînan da biketin . Bo zanîn rojnameya dengê laliş bi heşt laperên bi herdû zimanên kurdî û erebî li hemû rojên yek şema û bi dîzayneka pêşkeftî tê weşandin .

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

şêx şamo:Sersaxî jibo malbata blurvan û sazbendê mezin “Egîdê Cmo”

Lalish Duhok

Semaheta Babê Şêxê Êzdiyan bîrewerya salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike

Lalish Duhok

Li kampa Mam Reşan Laliş Şingal bi boneya roja cilên kurdî şahiyek li dar xist.

Lalish Duhok