شبكة لالش الاعلامية

Hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê vedikişin

Hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê vedikişin

Şingal (Rûdaw) Hêzên Heşda Şeibî bû du roj in ji sînorê nahiyeyên Sinûnê û Rebîe vedikişin û li şûna wan Firqeya 15 ya Artêşa Iraqê tê bicihkirin.

Peyamnêrê me Tehsîn Qasim li ser vekişîna hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê ragihand ku ji duh roja înê ve hêzên Heşda Şeibî ji sînorê nahiyeya Sinûnê vedikişin, herwiha ne tenê ji sînorê nahiyeya Sinûnê, ji sînorê nahiyeya Rebîe jî hêzên xwe vedikişînin.

Peyamnêrê me eşkere kir ku ew bi berpirsên Heşda Şeibî re axiviye û ji Rûdawê re diyar kirine ku biryara vekişandina hêzên xwe ji Şingalê hatiye dayîn. Tehsîn Qasim diyar dike ku her çiqas hinek hêz vekişiyabin jî, hêj hêzên Heşda Şeibî li Şingalê hene.

Tehsîn Qasim ragihand ku xelkê Şingalê diyar dikin ku hêj metirsî li ser Şingalê heye û ji bo parastina xelkê wê herêmê, divê hêzeke weke Pêşmerge bihêz hebe.

Li şûna hêzên Heşda Şeibî, Firqeya 15 ya Artêşa Iraqê tê bicihkirin, lê belê xelkê herêmê dibêjin ev hêz ne bes e, ji ber ku ji sînorê nahiyeya Rebîe heta nahiyeya Sinûnê hemû devereke sînorî ye û deriyekî sînorî ku berê 4 salan hatibû vekirin û piştre hatibû girtin, biryar e hikûmeta Iraqê cardin wî deriyê sînorî bi awayekî fermî veke.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Duhokê ji bo malbatên dubare koçber dibin lijneyek hatiye ava kirin

Lalish Duhok

Çavê Îranê li Şingalê ye

Lalish Duhok

Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan: Heta neha 15 welatan keysa Êzidiyan bi cînosaîd nasandîye.

Lalish Duhok