Li komelgeha xankê simînarek li dor rojî grtin dibawerya êzdyan da hate gêran
Tora Laliş:
Li komelgeha xankê smînarek lidor rojî grtin dibawerya êzdyan da û çendîn rêwresmên dî di êzdyatyê da hate gêran.
Bi helkefta hatina cejna rojyên êzî, îro 10/12/202ê bingehê laliş tayê xankê rabû bi gêrana smînarekê bo qewl bêj Adnan Xêravayî û mamosta Enter Kelo, Şukrî Reşîd, Dexîl Nayf û Kamîran Qasim lidor rojî grtin li bawerya êzdyan da û çendîn rêwresmên dî di êzdyatyê da bi amadebûna jimareka zor ji gencan û rewşenbîr û endamên bingehî.
Li pêşyê berprsê bingehê laliş tayê Xankê Anter Kelo bi xêrhatina amadebûyan kir , lidûv da smînarbêjan bi dirêjî behs li cejna rojyên êzî û çend rêwresmên êzdyatyê kir.
paşî dergehê danustandinê dinavbera smînarbêj û amadebûyan da hate vekirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî