شبكة لالش الاعلامية

Demirtaş xelata mafên mirovan wergirt

Demirtaş xelata mafên mirovan wergirt

Hewlêr (Rûdaw) – Xelata Mafên Mirovan a Weimarê ya sala 2021’an pêşkêşî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat kirin. Birayê Selahattîn Demîrtaş, Suleyman Demîrtaş ku li ser navê Demîrtaş hatibû Weimarê xelatê wergirt.

Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, ji bo merasîma ku li Weimarê hat lidarxistin, ji ber piştgiriya ku di dema girtina wî ya 5 salan de ji Almanya û ji hemû cîhanê re spasiya xwe pêşkêş kir.

Şaredarê Weîmarê Peter Kleine di merasîmê de axaftinek kir û diyar kir ku Demîrtaş ji ber xebatên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûn, azadiya bawerî û wekheviya gelan a li Tirkiyeyê di warê ziman, çand û wekheviya siyasi de hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Di daxuyaniya Encumena Şaredariya Weimarê ya der barê xelatê de hat diyarkirin ku Selahattîn Demîrtaş ê 48 salî ji sala 2016’an û vir ve bê sûc di girtîgehê de tê girtin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku girtina Demîrtaş ne li ser bingeheke hiqûqî ye û wiha hat ragihandin: “Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di salên 2018 û 2020’an de daxwaza berdana Demîrtaş kiribû jî, ku bi daxwaza 142 sal ceza di girtîgehê de ye.”

Wezîra Çandê yê Almanyayê Roth jî beşdarî merasîma xelatdayînê bû

Wezîra Çand û Ragihandinê ya Dewletê ya Almanyayê Claudia Roth jî di merasîmê de axaftinek kir.

Roth di axavtina xwe de destnîşan kir ku Demîrtaş siyasetmedar, parêzvanê mafên mirovan û demokratekî xwedî helwesteke ‘wêrek, dilgerm û jîr’ e û diyar kir ku Demîrtaş weke hêviyeke demokratîkbûna Tirkiyeyê dibînin.

Siyasetmedarên Partiya Keskan daxwaz ji Suleyman Demirtaş kirin ku ji Selahattin Demirtaş re ragihîne ku wan ew ji bîr nekirine û piştgiriya wî berdewam dikin.

Demîrtaş: Li ser navê HDP’yiyên di girtîgehê de vê xelatê distînim

Demîrtaş di peyama xwe ya ji bo merasîma xelatdayînê de diyar kir ku ew nikarin bên û got ku ew li ser navê hemû HDP’yiyan xelat werdigre.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha dibêje:

“Ji Girtîgeha Edîrneyê ji hemû kesên ku di merasîma Xelata Mafên Mirovan a Weîmarê de hatin cem hev silavên germ.

Ji ber ku Encûmena Bajarê Weimar min ji bo xelata 2021 hilbijart û Komeleya Gelên Di Xetereyê de min ji bo xelatê pêşniyar kir spasiya an dikim.

Ji ber ku ez beriya jiyana xwe ya siyasî li Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de xebitîm, ev xelat ji bo min xwedî wateyeke gelek taybet e.

Li ser navê Fîgen Yuksekdag a ku bi min re di heman rojê de hat binçavkirin û girtin û hemû HDP’yiyên li girtîgehan ez vê xelata bi îmtiyaz qebûl dikim.

Ez bi xwe nikarim rasterast xelatê wergirim, ji ber ku wek hûn jî dizanin, tevî biryarên misoger yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, zêdeyî 5 sal in ez di girtîgehê de me.

Di vê demê de ez spasiya hemû kesên ku li Elmanya, Ewropa û çar aliyê cîhanê bi min û hevalên min ên di girtihan de re bûn, spas dikim û silavên xwe radigihînim.

Dixwazim ne tenê ji bo welatê me, ji bo Ewropayê jî bi hêviya di rojên xweş de bi hev re bin, careke din spasiya we dikim û silav û hezkirinên xwe ji her kesî re radigihînim.”

Komeleya Gelên Di Xetereyê de (GfbV) ku navenda wê li bajarê Gottingenê ya Almanyayê ye û ji bo mafên hindikayiyan diparêze, Demîrtaş ji bo xelatê namzet nîşan da. Encumena Şaredariya Weimarê jî di civîna xwe ya 21ê Tîrmeha 2021ê de biryar da ku xelatê bide Demîrtaş.

Di sala 1998’an de Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê û parêzer Meral Daniş Beştaş a ji Tirkiyeyê hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelat her sal di 10ê Berfenbarê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de tê dayîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka: Divê PKK ji Şingalê derbikeve

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pîrozbahîyên xwe arasteyî Desteya nû ya bilinda Bingehê Laliş di ke

Lalish Duhok