Macron dê bi endamên malbateke mexdûrê DAIŞê re bicive
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron sibê serdana Herema Kurdistanê dike û dê li gel Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî bicive.
Koşka Elysee di derbarê serdana Emmanuel Macron ya bo Iraq û Herema Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Serokomar dê di 28ê Tebaxê roja Şemiyê û 29ê Tebaxê roja Yekşemê serdana xwe ya Iraqê de dê serdana Bexda, Hewlêr û Mûsilê bike. Di vê serdanê de dê Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian pê re be.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Serokkomar, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê birêz Mistefa Kazimî re dê bi Serokkomarê Iraqê brêz Berhem Salih re bicive.
Serokkomar dê balê bikişîne ser mijarên ku piştgiriya xweî ji bo pêvajoya siyasî ya heyî û xurtkirina têkiliyên dualî di navbera Fransa û Iraqê de, û herweha berdewamiya hevkariya hevbeş a bi hevkarên Iraqî re di şerê li dijî terorê de û piştgiriya Fransa ji nûavakirina welêt.
Ev konfêrans ji aliyê Iraqê bi hemahengî û hevkariya bi Fransa re pêk aniye, armanca wê ew e ku welatên cîranê Iraqê bîne ba hev da ku ji bo ewlehî, aramî û pêşketina welêt bixebitin. Herwiha dê konferans dêji bo pêkanîna diyalog û entegrasyona herêmî ya di navbera welatan de bibe alîkar.
Serokomar di hevdîtina xwe ya bi Nadiya Murad a ku di sala 2018an de xelata Nobelê wergirtiye re de jî wê rewşa civaka Yazzîdî û mafên jinan gotûbêj bike. Li aliyê din, ew ê li Mûsilê serdana Mizgefta Mezin a Nûrê bike. Macron dê bi nûnerên Xiristiyanên re jî bicive. Pişt re, ew dê serdana Zanîngeha Mûsilê bike û bi xwendekaran re bicive. Macron dê bi ciwan û karsazên Iraqiraqî re jî bicive.”
Li gorî daxuyaniya Koşka Elysee dê Macron roja yekşemê (29.08.2021) serdana Herema Kurdistanê bike.
Serokkomar di serdana xwe ya Hewlêrê de jî ew ê bi Serokê Herema Kurdistanê û mezintirîn hevpeymanê Fransa di şerê li dijî terorê de li gel birêz Nêçîrvan Barzanî bicive. Piştre ew ê bi Serokê Herema Kurdistanê yê berê birêz Mesûd Barzanî û nûnerên Pêşmergeyan re bicive.”
Di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de, Macron dê bi endamên malbateke mexdûrê DAIŞê re jî bicive.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî