شبكة لالش الاعلامية

Amerîkayê bac li ser berhemên Tirkiyê zêde kir

Amerîkayê bac li ser berhemên Tirkiyê zêde kir

Rudaw – Hikûmeta Amerîkayê ji bo zêdekirina heqê gumrigê yê hesinê pola bi rêjeya %50, dem diyar kir.

Daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat belavkirin, eşkere dike:

“Ji bo kêmkirina hawirdeya hesinê pola û zêdekirina bikaranîna berhemên navxweyî, min biryar da ku ji 13ê Tebaxê şûnde, gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawidekirin, pêwîst e bi rêjeya ji sedî 50 were kirin û ev guncaw e.”

Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê Wilbur Ross jî di daxuyaniya xwe de got: “Serok Trump rêjeya %25 a gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawirdekirin, bo %50 zêde kir.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû, heqê gumrigê yê li ser pola û alumînyumê dê bike du qat û %50 û %20 baca gumrigê li ser wan bisepîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Biden û Kazimî li Erebistanê civiyan

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Emê li ser piştgirîkirina maf û daxwazên xuşk û birayên êzîdî berdewam bin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz dikit

Lalish Duhok