شبكة لالش الاعلامية

Siûdiyê yekemîn roja Cejna Qurbanê diyar kir

Siûdiyê yekemîn roja Cejna Qurbanê diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Erebîstana Siûdî roja Sêşemê ya 21ê Tebaxa 2018ê wek yekemîn roja Cejna Qurbanê diyar kir.

Beriya niha Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihandibû, ku hikûmeta Siûdiyê dê îşev yekemîn roja Cejna Qurbanê diyar bike.

Nebez Îsmaîl gotibû eger heyva Zîlqe’e 30 roj be dê roja 22yê vê mehê bibe yekemîn roja cejnê lê eger 29 roj be, wê demê dê roja 21ê Tebaxê bibe yekemîn roja cejnê.

Îsal 5 hezar û 439 kes ji Herêma Kurdistanê ji bo bicîhkirina ferza Hecê çûne Siûdiyê.

Herwiha beriya niha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî ragihandibû, ku rojên 19 û 25ê Tebaxê bêhvedana Cejna Qurbanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gendeliya hikûmeta Ebadî ya projeya ‘Navenda Tenduristiyê’

Lalish Duhok

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

Lalish Duhok

Şandeke HDPê serdana Şingalê kir

Lalish Duhok