شبكة لالش الاعلامية

700 xwendevanên Êzidî bo zanîngehên Kurdistanê veguhastin

Lîsteyek 700 xwendevanên Êizdî ji bo zanîngehên Kurdistanê hatine veguhastin .

Lalsh Media Network / Hejar Midîr

berpirsê doseya veguhastina xwendevanên Êzidî berêz Re’d Tariq ragihand ku lîsteyek ji bal wezareta xwendina bilind ya Hukometa Herêma Kurdistanê hate derkirin u têda 700 xwendevanên Êzidî ji zanîngeha Musil li qonaxên (2,3 u 4) hatine veguhastin bo zanîngehên Kurdistan bi merema berdewam’ kirna pirorisisa xwendina xwe u dur ketin ji gefên terorî li Musil ..

berbirsê Lijna Bingehê Laliş Re’d Tariq balkişande li hewlên berdewamên Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehê Laliş ji bo veguhastina xwendevanên Êzidî u harîkarîkirna wan her wesa sopasiyên xwe arasteyî wezareta xwendina bilinda Hukometa Kurdistanê u tayê PDK kir sebaret veguhastina xwendevanên Êzidî .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî û Hekîm bersiva Malikî dan

Lalish Duhok

”ZAROK Û ÇÎROK”

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Rêsan Hesen stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi yada wexera rewşenbîr û nivêskar Rêsan Hesen Cindî li bîrdîne. Em bi xemeka mezin û şanazîyeka mezinve yada wexera xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî li bîrdînin. Xwedê jê razî Rêsan Hesen, stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû û rolekî mezin hebû dinav civaka êzdîyan da, û berhemên ji hejî ji şun xweve hêlan ku xudan behayekî meznin dinav pertûkxaneya kurdîda. Em bi meznî li bîrdînîn û cihê wî behşta berîn be. Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok 30î mijdara 2023

Lalish Duhok