شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û Hekîm bersiva Malikî dan

Barzanî û Hekîm bersiva Malikî dan

Çavkanî :Basnews

 

 

Serokê Herêma Kurdistanê û serokê hevpeymanaya niştimaniya şîeyan bersiva serokê Îtîlafa dewleta yasa dan.

Duh 26.10.2016ê serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê îtîlafa dewleta Yasa Nûrî Malikî bi tundî êrîş kire ser Herêma Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û daxwaza vekişîna Pêşmerge bo sînorên berî hilweşandina rejîma Baas a Seddam Husên a 2003ê yê kir.

Herwaha Nûrî Malikî ragehandibû, ku Herêma Kurdistanê, artêşa Iraqê bi şerê dijî DAIŞê ve mijûl dike, ku navçeyên bin desthilatiya xwe ya li Mûsilê û Kerkûkê berfireh bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna çapemeniyê ya hevbeş li gel serokê hevpeymaniya niştimaniya şîe Emar Hekîm de pêkanî de diyar kir; ‘’Nûrî Malikî kesekî hesûd pênase kir û ragehand, hatina Emar Hekîm bo çeperên Pêşmerge, belgeye ku divê ew nêrîn bêne red kirin.’’

Emar Hekîm jî civîna çapemeniyê de ragehand: ‘’Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hemahengî şer li dijî rêxistina tund a DAIŞê dikin û rêveberên siyasî yên Bexda û Hewlêrê jî di navbera wan de hemahengiyekî berdewam heye.’’

Emar Hekîm bi awayekî rasterast bersiva Nûrî Malikî da û ragehand: ‘’Pêwîste pirgirêk bên çareser kirin û di vê demê de pirsgirêk di asta xwe de bên hiştin û neyên mezin kirin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş dê cejna sersala êzdyan sax kit

Lalish Duhok

Amerîkayê daxuyanî li ser biryara Şingalê ya Iraqê da

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê kir

Lalish Duhok